Bi hezaran çêlçûk li ser riya Silêmaniyê - Kalar hatin berdan

Bi hezaran çêlçûk li ser riya Silêmanî – Kalar hatine berdan û ti kes jî sedema berdana wan çêlçûkan li ser wê riyê nizane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi hezaran çêlçûk li ser riya Silêmanî – Kalar hatine berdan û ti kes jî sedema berdana wan çêlçûkan li ser wê riyê nizane.

Peyamnêrê K24ê li Germiyan da zanîn, şeva bûrî bi hezaran çêlçûk li ser riya Silêmaniyê hatine berdan û dezgehên ewlehiyê ti daxuyanî di derbarê wê bûyerê de nedaye.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî da, ti zanyarî derbarê wan çêlçûkan de nayê zanîn ku ew çêlçûk nexweş in û hilgirê veyros in, yan na.

Wek di girtevîdyo û wêneyan de diyar dibe, ajokar û welatî hewl didin wan çêlçûkan kom bikin, ji bo ti bûyereke çûnûhatinê li ser wê riyê nebe.

Ew kesên vîdyo girtine dibêjin, ji ber ku hejmara wan çêlçûkan mezin e, hin otombîlan pêle wan kirine û bi erdê ve behn bûne.