Niha jî Rapora Amerika beramberî Tirkiye

Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora xwe ya salane ya di derbarê nirxandina mafê mirovan de eşkere dike û bi berfirehî cih dide rewşa aloz a Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirs û aloziyên navxwe û siyaseta derve ya Tirkiyeyê, di rojeva cîhanê de ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora xwe ya salane ya di derbarê nirxandina mafê mirovan de eşkere dike û bi berfirehî cih dide rewşa aloz a Tirkiyê.

Li gor raporê, di çarçoveya rewşa awarte ya 2 salan de, li Tirkiyeyê ji zêdetir 130 hezar karmend ji kar hatine derxistin. Ji zêdetir 1500  saziyên sivîl jî bi hinceta ko pêwendiyên wan bi rêxistinên terorê yên bi taybetî wekî Tevgera Fetullah Gulen re hene hatine girtin. Dehan hezar kesên wekî siyasetmedar, nivîskar, rojnameven, û mamosteyên zanîngehê bi awayek keyfî hatine desteserkirin û  ji wan gelek kes bi êşkenceyan re rûbirû mane. Hinek kes jî beyî werin dadgehkirin, hatine kuştin.

Ji xeynî şerê dijî Tevgera Fetullah, şerê PKKyê jî bi berfirehî tê behskirin û rapor amajeya qurbaniyên sivîl ên vî şerî dike û dibêje her du alî jî sivîlan kirine armanc û hikûmeta Tirkiyeyê di derbarê parastina sivîlan de bergiriyên pêwîst wernegirtiye.

Operasyona Efrînê jî di rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de cihê xwe girtî ye û Arteşa Tirkiyê bi kuştina sivîlan, bombebarankirina nexweşxane û cih û warên dîrokî tê tohmetbarkirin.

Rapora Amerîkayê bi çend amaran behsa zextên dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê jî dike û dide zanîn ko Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî nav de 10 parlementer û 46 şaredar zindanî ne. Li Tirkiyê têgeha teror û ewlekariya netewî gelek berfireh e û bi van têgehan zext li rexnegirên hikûmetê tê kirin. Rojnamevan û dezgehên medyayê jî para xwe  ji van zextan digrin.

Duhî jî li parlementoya Ewropayê li ser Tirkiyê dengadanek birêve çûbû û ji ber binpêkirina maf û azadiyên bingehîn û rêgezên dadperweriyê, Tirkiye hatibû rexnekirin. Parlementoya Ewropayê bi piraniya dengan bang li Yekîtiya Ewropayê kiribû, ko danûstandinên pêvajoya endamtiya Tirkiyê werin rawestandin. Lê hikûmeta Tirkiyê ji siyaseta xwe piştrast e û rexneyên li wê tê kirin red dike.

 

 

 

C.B