15 sal zîndan ji Parlamenterê HDPê Altan Tan tê xwastin

Ji bo Parlamenterê HDPê Altan Tan, bi tometa bangeşeya terorê, 15 sal sizaya zîndankirinê tê xwastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jibo Parlamenterê HDPê Altan Tan, bi tometa bangeşeya terorê, 15 sal sizaya zîndankirinê tê xwastin.

Altan Tan, ji ber beşdariya merasîma veşartina termê endamekî PKKê, bi bangeşeya terorê tê tometbarkirin û derbarê wî de doz hat vekirin.

Doza Altan Tan, di 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê de tê dîtin. Parêzerê Tan di rûniştinê de amade bû.

Dozgerê Komarê da xuyakirin, beriya 7 salan, Altan Tan beşdarî 4 çalakiyan bûye û di van çalakiyan de bangeşaya rêxistina terorê kiriye û dijî yasaya meş û civînan derketiye. jiber van sedeman daxwaza dayîna 15 sal cezaya zîndankirinê kir.

Parlamenterê HDPê Îdrîs Baluken, bi 16 sal û 8 meh sizaya zîndankirinê hatibû sizakirin.