DAIŞ li Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
80 % ya Gundê Baxoza Jorîn li gundewarê Dêrazorê hatiye kontrol kirin.
Serkirdeyekî Hêzên Sûriya Demokrat yê bi navê Adil Cûdî ragihandiye, ku hêzên wan karîn e 80% ji gundê Baxoza Jorîn li Gundewarê Dêrazorê kontrol bikin.
Ew serkirdeyê HSDê dibêje jî, ku di demek nêzîk de dê Operasyona wan li wê deverê bidawî were û DAIŞê ber bi nemanê ve diçe.
Duhî, Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, ku dê di dema hefteyekê de DAIŞ li Dêrazorê bidawî were.
C.B