Hikûmeta Iraqê hêzeke zêde li rojavayê Kerkûkê belav kiriye

Hikûmeta Bexdayê hêzên zêdetir şandiye navçeyên rojavayê Kerkûkê û bi gotina berpirsên xwecihî li wê navçeyê: Armanca şandina wan hêzan rûbirûbûna çekdarên DAIŞê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî raporeke dengê Amerîka, Hikûmeta Bexdayê hêzên zêdetir şandiye navçeyên rojavayê Kerkûkê û bi gotina berpirsên xwecihî li wê navçeyê: Armanca şandina wan hêzan rûbirûbûna çekdarên DAIŞê ye.

Di dema derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê çendîn caran êrîşî hêzên Iraqî li Kerkûk û Selahedîn kirin, herwiha hejmarek gundiyên Parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedînê kuştin û piranya wan kuştiyan muxtarên gundan bûn.

Berî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ve, hêzên Pêşmergên Kurdistanê, tevahiya parêzgeha Kerkûkê kontrol kiribûn û çekdarên DAIŞê bidawî anîbûn, lê piştî vekişyana hêzên Pêşmerge, niha careke din çekdarên DAIŞê li wan navçeyan çalak bûne.  

N.O