PDK-S: PDKê barê berevaniya li mafên gelê Kurd hildaye ser milê xwe

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 72emîn nameyeke pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji birê kir û ragihand, PDKê ji damezrandinê û ta îro amîreya çalak a cibicîkirina armancên netewî, niştimanî û demokratîk ji gelê Kurdistanê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 72emîn nameyeke pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji birê kir û ragihand, PDKê ji damezrandinê û ta îro amîreya çalak a cibicîkirina armancên netewî, niştimanî û demokratîk ji gelê Kurdistanê re ye.

Polîtburoya PDK-Sê di nameya xwe ya pîrozbahiyê de ku bi boneya derbasbûna 72 salan li ser damezrandina PDKê hat, pîrozbahî li Serokê Barzanî, serkirdatî û endamên PDKê û Pêşmergeyên qehreman kir.

Di nameya PDK-Sê de hat jî, “PDKê ji damezrandinê û ta niha amîreya çalak a cibicîkirina armancên netewî, niştimanî û demokratîk ji gelê Kurdistanê re ye û bûye xetîreya xebata Kurdî û colînerê wê ya sereke.”

Di beşeke din de PDK-S di nameya xwe de nivîsiye: “PDKê barê giran ê berevanîkirina li hebûna gelê Kurd û mafên wê yên rewa hilgirtiye ser milê xwe û destkeftên girîng bidest aniye, ku hîştiye gelê Kurd û xebatkarên birûmet di hemû qonaxan de li derdora wê kom bibin.”

Herwiha PDK-S dibêje: “Di vê qonaxa çarenivîsî de ya ku gelê Kurdistanê tê de rastî planeke navxweyî û herêmî bo têkbirina destkeft û qazancan dibe, baweriya me bi serkirdatiya we ya jîrane heye, ku hûnê serkeftinine nû bidest bînin. Em bi siyaseta we ya pişt bi rêbaza Barzaniyê Nemirê dibeste dilniya ne, ku bi dilrastî û dilêrî serederiyê bi doze gel re bikin.”

Di dawiyê nameyê de PDK-S dibêje: “Em hevsoziya bi xebata we re radigihînin û baweriya me ya bêdawî bi serkirdatiya we ya jîrane heye. Herwiha şanaziyê jî bi pêwendiyên biratiyê yên di navbera partiyên me de dikin.”   

 

S. B