Sûriyê Çekdarên opozîsyonê ji Humsê derdikevin

Çekdarên opozîsyonê ji Humsê derdikevin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 5 salan ji dorpêca li ser taxa El-Wa'ir ya bajarê Humsê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve û piştî rêkeftinekê ligel çekdarên opozîsyonê, yekem karwanê çekdar û malbatên wan ji wê taxê derketin.

Li gor ajansa Sûrî “SANA” ya fermî, îro yekem karwan çekdarên opozîsyonê ligel malbatên wan, ku dora 2 hezar kesî ji bûn ji taxa El-Wa'ir derketin û berve deverên di bin kontrola opozîsyonê li rojhilatê Helebê çûn.

Li gor Parêzgarê Humsê ragihandiye, îro 400 çekar û dora hezar û 500 sivîl ji taxa El-Wa'ir ya Humsê derketin.

Di 14 vê mehê de komîteya danûstandinê li taxa El-Wa'ir piştî gotûbêjkirina ligel hikumeta Sûriyê û bi serperiştiya Rûsyayê, li ser valakirina taxa El-Wa'ir li hev kirin.

Li gor rêkeftinê, biryar e 12 hezar kes ku di nav wan de 2 hezar û 500 çekdarên opozîsyonê digel radestkirina çekên xwe ji wê taxê derkevin.

Ev ne cara yekem e rêjîma Sûriyê ligel çekdarên opozîsyonê li ser rêkeftinine wiha îmze dike, ku berê jî li deverên Dareya, Muedemiye El-Şam, Wadî Bereda yên li parêzgeha Şamê, herwiha li taxên rojhilatê Helebê û hin deverên din li Sûriyê kiriye û çekdarên opozîsyonê ligel malbatên wan ji wan deveran derxistine .