Encûmena Asayişa Navdewletî li hember Efrînê bêdengî hilbijart

Encûmena Asayişa Navdewletî ku derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê duh civiya bû, bê şermezarkirin yan daxuyaniyeke hevpar bidawî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî ku derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê duh civiya bû, bê şermezarkirin yan daxuyaniyeke hevpar bidawî bû.

Francayê daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê kiribû û daxwaza civîneke arwarta ya Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû. Lê civîn duh bidawî, bêyî ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar bike, yan daxuyaniyeke hevpar belav bike.

Di dawiya civînê de Balyozê Fransa di NY de François Delattre got: “Nîgeraniya me kûr derbarê rewşa bakurê Sûriyê heye, ku alozî û girjî lê berdewam e.”

Delattre gotinên Wezîrê Derve yê Francayê Jean-Yves Le Drian dubare kir, ku divê Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê rabigire. Got jî, ev daxwaz civînê jî cihê razîbûna piraniya endaman bû.

Li gor zanyariyan Balyoza Amerîka Nikki Haley beşdarî civîna Encûmena Asayişa Navdewletî nebû.

Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir.

Fermandariya Giştî ya YPGê jî di daxuyaniyekê de bang li raya giştî ya çihanê kir ku helwesteke yekalîker li dijî dagîrkeriya artêşa Tirkiyê li dijî gelê Efrînê bigire ber.