Îmarat: Welatên Ereb şaştiyên stratejî li Suriyê kirin

Gargaş: Hefteya borî civîna serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê lidar ket. Di civînê de ne welatên Ereb, ne jî Suriye bi xwe hebû...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dewletê yê berpirsê pêwendiyên derve yê Îmaratên Yekgirtî yên Erebî Enwer Muhemed Gargaş, rexne li siyaseta welatên Ereb li Suriyê kir û got ku: “Welatên Ereb qedera Suriye xistin destên welatên ne Ereb û bi vî awayî şaştiyek stratejî kirin”.

Gargaş di Konferansa Weqfa ramanî ya Ereb de axifî û diyarkir: “Hefteya borî civîna serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê lidar ket. Di civînê de ne welatên Ereb, ne jî Suriye bi xwe hebû. Welatên Ereb şaştiyê stratejî girêdayî Suriyê kirin. Yekîtiya Erebî diviyabû rolek girîngtir hebûya”.

Gargaş herweha anî ziman ku, Ligor baweriya wî divê Erebistana Siûdî û Misr di çareseriya pirsa Suriye de rolek sereke bilîzin û welatên din ên Ereb jî, ji wan re bibin piştgîr”.

 

C.B