Heşda Şeibî 2 welatiyan dikujin

Peyvdarê bi navê Encûmena Hozên Nînewayê Muzahim El- Hiwêt çekdarên Heşda Şeibî bi revandin û kuştina du welatiyên ji gundên navçeya Zumarê tometbar dike û dibêje: “Çekadarên Heşda Şeibî du welatî revandin, di roja din de ew her du kuştin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

El-Hiwêt dibêje. “Hammerên Heşda Şeibî hatin navçê û du welatiyên navçeya Zumarê bi navê Ebdilezîz Mihemed Hemadî Cibûrî ji gundê Simûd û Casim Elyas Raşidî ji gundê Hemra Efîne revandin,di roja din jî termên wan her duyan li ser riya di navbera her du gundan de hate dîtin û şûna guleyan li ser laşê wan hebûn.”

Peyvdarê bi navê Encûmena Hozên Nînewayê got: “Dixwazim ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Heyder Ebadî bipirsim, ma ew operasyona çespandina yasayê ye, ku dixwaze li navçê cibicî bike, di demekê de kuştin û destdirêjî û revandin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve zêde kiriye.

Herwiha daxwaz ji Ebadî kir, bilez wan kiryarên destdirêjî, kuştin, dizî û talana ku li xelkê navçê dibin rawestîne.