Erdogan: Me li gel Ebadî li ser nehiştina terorê lihev kir

Erogan Eşkere kir, ku ew li gel Ebadî gihiştiye têgihiştineke hevbeş, di warê jinavbirina terorê de, bi taybetî terora PKKê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, di kongirekî rojnamevanî de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan kirin û Tirkiyê amadebûna xwe da xuyakirin, ku alîkariya Iraqê bike û tevahiya pişka Iraqê ji ava çemên Dicle û Firatê vegerîne.

Di kongirê rojnamevanî de, Erdogan got: Kêşeyên Iraqê, yên me ne jî. Em amade ne tiştê li ser xwe, ji bo avakirin û aramî û pêşxistina Iraq û aramiya Tirkiyê bikin. Çarenivîsa herdu welatên me yek tişt e. Ji ber vê yekê jî, Tirkiye amade ye hemû alîkariyan bi Iraqê re bike.

Herwiha got: Ew mijarên hatin behskirin, di warên av û enerciyê de bûn û em li gel Hikûmeta Iraqê rêketin di warên abûrî û ewlehiyê de hevrêziyê zêde bikin.

Eşkere jî kir, ku ew li gel Ebadî gihiştiye têgihiştineke hevbeş, di warê jinavbirina terorê de, bi taybetî terora PKKê.

N.O