Îro bidest jimartina dengên parêzgeha Hewlêrê destpê dike

Komisyona Bilind a Hilibijartinan: Li parêzgeha Hewlêrê gilî li derdora 220 sindoqan hatiye kirin û tenê dengên wan sindoqan wê bidest bên jimartin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, bi serperiştiya dadweran û nûnerê Netewên Yekgirtî, herwiha nûnerên aliyên siyasî, wê îro dest bi hejmartina bidest ya dengên parêzgeha Hewlêrê bike.

Li gorî zanyariyan, wê piroseya jimartinê, tenê wan sindoqan li xwe bigire, ku gilî li ser wan hatibûn tomarkirin.

Ji bo vê mebestê, duh endamên Civata Komisyaran gihiştin Hewlêrê, herwiha peyvdarê Komisyonê Leys Cebir eşkere kir, ku heya niha bidest jimartina dengan li her şeş parêzgehên: Besre, Mîsan, Zîqar, Musenna, Qadisye û Wast temam bûye.

Jêderên haydar ji Komisyona Bilind a Hilibijartinan diyar kirin, li parêzgeha Hewlêrê gilî li derdora 220 sindoqan hatiye kirin û tenê dengên wan sindoqan wê bidest bên jimartin.

N.O