Referandûm li Kerkûk tê kirin

Encûmena Bilind a Referandûmê bi beşdariya tevahiya endam û partiyên tê de biryar da, sibe li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê referandûm bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê biryar dan, referandûm li Kerkûkê tê kirin û bipaş nakeve.

Li gor zanyariyên K24ê, Encûmena Bilind a Referandûmê bi beşdariya tevahiya endam û partiyên tê de biryar da, sibe li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê referandûm bi rê ve diçe û bi ti awayekî bipaş nakeve.

Biryara Encûmena Bilind a Referandûmê bi giştî û PDK, YNK û Yekirtû bi taybetî, piştî wan hewlan hat, ku roja Şemiyê çend berpirsên YNKê û hêzeke herêmî kar dikirin ku referandûmê li Kerkûkê û navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê hilbiweşînin. Lê tevahiya YNKê û hêzên siyasî yên di nava Encûmena Bilind a Referandûmê dawî biryar di berjewendiya birêvebirina referandûmê da û sibe xelkê Kerkûkê û navçeyên din yên wê parêzgehê dikarin bi azadî û aramî biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin.

Li gor zanyariyên K24ê, sindoqên dengdanê gihêştine parêzgeha Kerkûkê û welatî dikarin li binkeyên berê yên di sala 2014an de deng tê de dabûn, dengên xwe bidin.

Di wê derbarê de, Parêzgarê Kerkûkê duh di peyamekê de daxwaz ji xelkê wê parêzgehê kir, biçin ser sindoqên dengdanê û dengê “Belê” bidin û ev derfeta dîrokî jidest nedin.