Serokwezîrê Holenda ji bo K24ê: Emê bizavan bikin heya Firîngehên Kurdistanê bên vekirin

Rutte: Emê bizavên xwe berdewam bikin û bandora xwe li ser Iraqê bikar bînin heya ku Bexda firîngehên Kurdistanê veke, daku em karibin bi riya wan alîkariyan bişînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Holenda Mark Rutte, di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku wî pêwemdî bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kiriye û li ser pirsa vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê axivîne.

Mark Rutte got: "Emê bizavên xwe berdewam bikin û bandora xwe li ser Iraqê bikar bînin heya ku Bexda firîngehên Kurdistanê veke, daku em karibin bi riya wan alîkariyan bişînin."