“Ebadî behsa kompanyayên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê ne, nekiriye”

Wezareta Petrola Iraqê îro ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel Wezîrê Wize yê Rûsyayê behsa kompanyayên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Petrola Iraqê îro ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel Wezîrê Wize yê Rûsyayê behsa kompanyayên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, nekiriye.

Hin pêgehên elktironî belav kiribûn, Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak gotiye, ti pirsgirêkên Iraqê bi çalakiyên kompanyayên petrolê yên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin re nîn in.

Wezareta Petrola Iraqê ew gotin red kirin û ragihand, di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak dema hatibû Iraqê de, bi ti awayekî behsa pirsa kompanyayên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, nehat kirin.

Wezareta Petrola Iraqê dibêje: “Di demekê de wezareta petrolê pêşwaziyê li hemû kompanyayên petrolê yên cîhanê dike, li Iraqê kar bikin, lê tekeziyê li ser wê jî dikin ku petrol samaneke serwerî ye û her girêbestek di wî warî de bê îmzekirin, divê bi agahdariya hikûmet û wezareta petrolê ya Iraqê be. Berûvajî vê jî, ew alî rastî berpirsayetiya yasayî, darayî û ziyanên girêdayî wê pirsê tên.”

Ev daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê di demekê de ye, hejmarek mezin ji kompanyayên Rûsî û welatên cîhanê bi karê xwe li Herêma Kurdistanê berdewam in û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî tekeziyê li wê dikin, ku tevahiya giêbestên wan li gor mafên Herêma Kurdistanê yên di destûra Iraqê de kirine.