HDP, Beştaş ji bo namzetiya Serokatiya Parleman diyar kir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP namzeta xwe ya ji bo Seroktiya Parlementoya Tirkiyeyê diyar kir. Namzeta HDPyê Meral Daniş Beştaş e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP namzeta xwe ya ji bo Seroktiya Parlementoya Tirkiyeyê diyar kir. Namzeta HDPyê Meral Daniş Beştaş e.

Dê sibe li parlementoya Tirkiyeyê hilbijartina Seroktiya Parlementoya Tirkiyeyê bi rê ve biçe û di vê çarçoveyê de partiyên parlementoyê namzetên xwe ji bo seroktiya parlementoyê eşkere dikin. Herî dawî HDP jî namzeta eşkere kir û Parlementera HDPyê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bû namzeta Seroktiya Parlementoyê.

Ji bo Seroktiya Parlementoya Tirkiyeyê namzetê AK-Partiyê Bînalî Yildirim, yê CHPyê Erdogan Toprak, yê Iyî-Partiyê jî Hayrettîn Nuhoglu ye.

 

 

C.B