Ji bo Minbicê şandeke Amerîka li Tirkiyê ye

Wezareta Derve yê Tirkiyê ragihand, ji bo gotûbêjkirina pirsa Menbiçê şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Tirkiyê ragihand, ji bo gotûbêjkirina pirsa Menbiçê şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê dike.

Di derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir, şandeke Amerîkî serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê kiriye û di derbarê pirsa Miinbicê de guftûgoyan dikin.

Gor jî, her derbarê pirsa Minbicê de, biryar e roja 4ê Hezîranê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu serdana Amerîka bike û bi wan re nexşerêyeke taybet ji bo Minbicê darêje.

Bajarê Minbicê di Tebaxa 2016an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel ji DAIŞê hatibû kontrolkirin. Tirkiye wan her du rêxistinan bi terorist binav dike, lê Amerîka wan di şerê li dijî DAIŞê wek hevpeyman binav dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, heger Amerîka Minbicê radestî Tirkiyê, Tirkiyê dê operasyoneke leşkerî bide destpêkirin.

Aksoy herwiha bersiva biryara Kongresa Amerîkayê ya di derbarê firokeyên F35an de da û got li hemberî gavên bi vî rengî ew jî dê bersiva Amerîkayê bidin.

Kongireya Amerîkayê duh biryar dabû ku divê balafirên F35 ya Amerîkî bo Tirkiyê neyê firotin.

 

S. B