Roja Zimanê Kurdî li Kobanê hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, li bajarê Kobanê şahiyak hate li darxistin û hin mamosteyên zimên ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî ve hatin xelatkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, li bajarê Kobanê şahiyak hate li darxistin û hin mamosteyên zimên ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî ve hatin xelatkirin.

Saziya Zimanê Kurdî li Kobanê bi boneya Roja Zimanê Kurdî şahiyeke girseyî li nav daristanên bajêr li dar xist û hin mamosteyên jîr û jêhatî di vê rojê de xelat kirin.

Di 9 gulana 2012an de Cara yekemî zimanê Kurdî bi awayekî fermî derbasî dibistanên bajarê kobanê bû, û ji wê demê ve 
saziya ziman hate damezrandin. Herwiha niha li bajêr tevahî meteryalên dibistanan bi Kurdî ne.

15 gulanê wek Roja Zimanê Kurdî hatiye pejrandin, ji ber cara yekê Mîr Celadet bedirxan tîpên Kurdî bi latînî di 15 gulana 1932an di kovara hawarê li bajarê Şamê weşand.