Kurê Xamineyî destê xwe dixe nav Iraqê de
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî zanyariyên rojnameya (Cerîde) ya Kiwêtî ku ji jêderekî dîplomasî Îranî wergirtiye, ragihandina hevpeymaniyê di navbera Muqteda Sedir û Hadî Amirî de, ji berhema bizavên Mucteba Xamineyî, kurê rêberê şoreşa Islamî ya Îranê Elî Xamineyî bû.
Rojnameya navhatî diyar kir, ku "Mucteba Xamineyî bi hevkariya fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî, hemû bizavên xwe dikin, daku şî'eyên Iraqê di nav hevpeymaniyekê de kom bikin û Kurdan jî bi wê hevpeymaniyê ve girê bidin, bêyî ku kesekî ji bo serokatiya wezîran destnîşan bike, ji ber ku niha Taran tenê dixwaze "Be'sî û Şû'iyan û kesên ilmanî" û neyarên Îran ji Hikûmeta nû ya Iraqê dûr bin".
Herwiha ew rojname dibêje: "Hin serkirdeyên Supaya Pasdaran, Mucteba Xamineyî wek destê veşartî yê Elî Xamineyî binav dikin û heger Supaya Pasdaran piştevaniya wî bike, nedûr e ku cihê bavê xwe bigire.
N.O