Karasu: Kurd dê bersiva dijmintiya Erdogan bidin

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mistefa Karasu bersiva daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên li dijî HDPê da. Karusu diyar kir, Kurd dê di hilbijartinên herêmî de bersiva dijmintiya Erdogan a li dijî Kurdan bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mistefa Karasu bersiva daxuyaniyên Serokomarê  Tirkiyê yên li dijî HDPê da. Karusu diyar kir, Kurd dê di hilbijartinên herêmî de bersiva dijmintiya Erdogan a li dijî Kurdan bidin.

Mistefa Karasu gotarek ji rojnameyeke girêdayî PKKê re nivîsand. Karasu li ser hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha dibêje, hilbijartin dê veguhere tekoşîneke di navbera navendîbûn û xwecihiyê de û dê li Kurdistanê jî bibe têkoşîna parastina hebûna Kurdan.

Karasu li ser gefên Erdogan ên li Diyarbekirê li dijî HDPê jî wiha got: "Kurd dê bibînin qeyûm dijmintiya li hemberî Kurdan e û bi vî rengî dê helwestê nîşan bidin. Qeyûmên niha çi be, AKP'iyên werin hilbijartin jî wê heman bin. Ji xwe Tayîp Erdogan her roj qeyûman diparêze."

Karasû da xuyakirin ku axaftina Erdogan dijminatiya li hemberî Kurdan nîşan dide wiha û got, "Kurd dê li qadan bi tekoşînê bersivê bidin dijminatiya Erdogan."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di dema serdana Diyarbekirê de derbarê HDPê de wiha gotibû, "Em di pêvajoya nû de li Diyarbekirê mizgêniyê bidin. Em dawî li qonaxa kesên ji xwîn û nexweşiyan zêdetir nedane we bînin."

 

S. B