HDP: Bo çi Dayika Sîsê ya 85 salî bernadin?

Parlamentera Mêrsînê û Serokwekîla Koma HDPê Fatma Kurtulan derbarê rewşa Dayika Sîsê ya 85 salî ku bi tometa endambûyîna PKKê tê tawambar kirin, pîşniyazpirsek da Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Evdulhemit Gul.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera Mêrsînê û Serokwekîla Koma HDPê Fatma Kurtulan derbarê rewşa Dayika Sîsê ya 85 salî ku bi tometa endambûyîna PKKê tê tawambar kirin, pîşniyazpirsek da Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Evdulhemit Gul.

Parlamentera Mêrsînê û Serokwekîla Koma HDPê Fatma Kurtulan di pêşniyazpirsa ji Wezîrê Dadê de dibêje: “Dayika Sîsê 85 Salî ye, li gorî hemû raporên daktoran pêwist e ji zindanê derkeve, hûn bo çî bernadin?”

Herwiha Kurtulan ji Wezîrê Dadê re dibêje: “Rapora Tipa Edli diyar dike, tenduristiya wê ne baş e, lê bila di zîndanê de bimîne, ev bo çi ye?”

Dayika Sîsê li gundê Badan a girêdayî Gimgima Mûşê di Nîsana 2016an de bi hinceta "endamtîya rêxistinê" hatibû binçavkirin.

Di doza Nîsana 2017an de jî, 4 sal û 2 meh hatibû cizakirin. Lê belê parêzerên Sîsê Bîngol û HDP ji ber rewşa wê ya tenduristîya wê daxwaz dikin ku ew bê azadkirin.

 

S. B