Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!

Jêderek ji Wezareta Bergirî ya Amerika, ku navê xwe eşkere nekiriye diyarkiriye, ku: “Di Herêma Ewle de ne Tirkiye ne jî Hêzên HSD dê hebin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Pentagon Sean Robertson diyarkir, ku wekî beşek ji Hêza Navneteweyî dê çendîn sed serbazên Amerika li bakurê rojhilatê Firatê bimînin. Herweha li binkeya El Tenif jî bimîn in.

Ligor nûçeya Ajansa Anadolu Robertson destnîşankir: “Hêza Navneteweyî dê hêzek pir netew be û bi hevahengî ligel Hêzên Amerîa dê ewleyiya deverê biparêze. Nahêle DAIŞ carek din vegere, û ev hêz di destê yekem de dê ji Hêzên NATO pêk were”.

Liser pirsa Hêzên NATO dê ji çi welatan bin, Robertson nexwest bikeve hûrgiliyan de.

Jêderek ji Wezareta Bergirî ya Amerika, ku navê xwe eşkere nekiriye diyarkiriye, ku: “Di Herêma Ewle de ne Tirkiye ne jî Hêzên HSD dê hebin”.

 

 

 

C.B