Enqere: Li Serokê CHP Kiliçdaroglu xistin

Kanala telewizyonî NTV ragihand, ku di dema êrîşê de bi dest û piyan li Kiliçdaroglu xistin e. Hêzên Ewleyiyê Kiliçdaroglu ji destê êrîşkaran rizgar kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor medya Tirkiye, di dema beşdariyê di veşartina leşkerek Tirk de li Enqere, ku li Colemêrgê berî çendîn rojan di şerê dijî PKK de jiyana xwe jidest dayî, Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu rastî êrîşekê hat.

Kanala telewizyonî NTV ragihand, ku di dema êrîşê de bi dest û piyan li Kiliçdaroglu xistin e. Hêzên Ewleyiyê Kiliçdaroglu ji destê êrîşkaran rizgar kirin e.

Tê ragihandin, ku rewşa tenduristiya Kiliçdaroglu baş e, lê ev êrîş ji alî CHP ve bi tundî tê şermezar kirin.

 

 

C.B