Li Bakurê Kurdistanê yekîtiya PDKê pêk hat
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê PDK-Bakur û Partiya Demokratîk a Kurdistan Ya Li Tirkiyeyê (PDK-T) bi daxuayniyeke hevpar ragihandin ku di 3 û 4’ê Hezîranê de li Diyarbekirê civîn lidarxistine û xwedî li projeya yekbûyînê derketine û biryara ku di banekî de bibin yek partî wergirtine.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku PDK-Bakur, TKDP û PWD’ê biryara ku pêkve siyaset bimeşînin wergirtine û dê lîsteya rêvebiriyê ya hevbeş jî di rojên pêş de, bi raya giştî re bê parvekirin.
Hewldana yekpartîbûyîna PDK’ê li Bakur 8 meh berê hatibû ragihandin.