Rûsya: Hêzên Sûryê ti operasyonan li Idlibê nakin

Ajansa (Interfax) a Rûsî ji ser zimanê Wezîrê Berevaniya Rûsya (Sergey Shoygu) veguhestiye, ku hêzên Hikûmeta Sûryê û hevpeymanên wê, ti operasyoneke nû li Idlibê nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa (Interfax) a Rûsî ji ser zimanê Wezîrê Berevaniya Rûsya (Sergey Shoygu) veguhestiye, ku hêzên Hikûmeta Sûryê û hevpeymanên wê, ti operasyoneke nû li Idlibê nakin.

Daxuyaniyên Sergey Shoygu yekser piştî ragihandina rêketinê di navbera serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û yê Rûsya Vladimir Putin de hatin.

Li aliyekî din, îro her yek ji serokê Rûsya û yê Tirkiyê li Sochi civînek derbarê rewşa Idlibê lidar xistin û têde li ser pêkanîna navçeyeke bê çek li Idlibê lihev kirin.

Li ser wê yekê serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku welatê wî li gel Rûsya lihev kiriye, ku di navbera hêzên rêjîma Sûryê û ketîbeyên opozisyonê de, li Idlibê, navçeyeke bê çek pêk bînin.

Erdogan diyar kir, ku hêzên Tirkya û Rûsya bi hev re, dewriyên serbazî li devera bê çek birêve bibin.

N.O