Kurdistan ENKS: Me ti projedestûr pesend nekiriye

ENKS: Me ti projedestûr pesend nekiriye
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîdariya Giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de tekez kir, projedestûra li ser dezgehên ragihandinê hatiye belavkirin, projeyeke ENKSê ye û hîna bidawî nebûye.

Emîdariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, ENKSê tekeziyê li ser nêrîna xwe ya derbarê pêşeroja Sûriyê de dike, ku çareserkirina doza Kurdî di Sûriyayeke Federalî, demokratî û perlemanî de, herwiha di destûrsa wê de yekperçebûna cugrafî û siyasî ya Kurdistana Sûriyê gerantî bike û danpêdanê bi hemû mafên netewa Kurd li gor belge û yasayên navdewletî bike.

Emîndariya ENKSê amaje bi projedestûra ku li dezgehên ragihandinê hatiye belavkirin û kir û aşkere kir, ew projedestûr hîn di qonaxa lêkolîn û gengeşê de ye, hîn ew proje bo pesendkirinê jî pêşkêşî Emîndariya Giştî ya ENKSê nebûye, ji ber ku tenê ji mafê Emîndariya Giştî ya ENKSê ye, ku çi projedestûrekê pesend bike.   

Di hefteya borî de projedestûreke ENKSê hate belavkirin, tê de hatiye ku, ew ji encamên civîn û danûstandinên di 12 Mijdara 2016an de derketiye, herwiha tê de hatibû ku navenda hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê dê li bajarê Qamişlo û Parlemento jî li Kobanê be.

Li ser tûra pêwendiyên civakî jî gelek rexne li wê projedestûra ENKSê hatin girtin û gelek daxuyaniyên nerazîbûnê jî ji kesayetî û çalakvanên Kurd ve hatin belavkirin.