Ivanka dibe Seroka Bank a Cîhanî?
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji mezintirîn û bibandortirîn rojnameyên aborî Rojnameya Financial Times ragihand ku, ji alî Amerikayê ji bo postê Serokatiya Bank a Cîhanî du nav derdikevin pêş. Yek ji wan: Nûnera Amerika ya berê di Neteweyên Yekgirtî de Nikki Haley û ya din jî: Keça Serokê Amerikayê Donald Trump, Ivanka Trump e.
Yek ji birêvebirên Bank a Cîhanî ji Financial Times re diyar kiriye ku, heta niha liser navek nehatiye rawestandin.
Ji dema damezrandina Bank a Cîhanî Amerika di diyarkirina Serokê Bankê de xwedî bandora herî mezin e.
Serokê niha yê Bank a Cîhanî Jim Yong Kim diyarkiribû, ku di 1ê Sibatê dê dest jikar vekşîne.
C.B