PYD: Bê merc amade ne danûstandinê bi rêjîmê re bikin

Peyvdarê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, ew amade ne bê şert û merc danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bikin, lê ta niha ti danûstandinên fermî nebûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, ew amade ne bê şert û merc danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bikin, lê ta niha ti danûstandinên fermî nebûne.

Peyvdarê Fermî yê PYDê Ciwan Mistefa derbarê danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê û vegera karmendên rêjîmê bo Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, ta îro ti gav ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û hemû pêkhateyên de ên Sûriyê de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve nehatine avêtin.

Tekez kir jî, ta niha ti rêkeftin û hevdîtinên fermî bi rêjîma Sûriyê re nehatine kirin. Herwiha got, ew karên ku niha li bakurê Sûriyê têne kirin, biryara wê ji aliyê rêveberiya Bakurê Sûriyê ve tê kirin, ku pêwîstiya Bakurê Sûriyê pê heye.

Derbarê tevlîbûna YPGê di nava artêşa Sûriyê de, Peyvdarê PYDê got, her gavek bê avêtin, ji piştî danûstandinan dê bê kirin. 7 sal in YPGê parastina Bakurê Sûriyê û pêkhateyên kiriye û bi hezaran şehîd dane, ji mafê wê ye çawa bixwaze têkoşîna xwe ya siyasî bemeşîne.

Peyvdarê Fermî yê PYDê tekez kir jî, ew bê şert û merc amade ne bi rêjîmê ri hevdîtinan bikin ji bo pêşeroja Sûriyê di riya aştiyane re were diyarkirin.

Demk e tê belavkirin, Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê çend civîn li Qamişlo û Şamê encam dane û li ser hejmarek ji xalan lihev kirine, ji wan jî vegera hikûmeta Sûriyê bo bajarên Rojavayê Kurdistanê.