Mesrûr Barzanî û Mihemed Cewad Zerîf civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Munchenê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Munchenê civiyan.

Di roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan û hejmarek pirs guftûgo kirin.

Her îro  û berî civîna bi Mihemed Cewad Zerîf re, Mesrûr Barzanî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen re civiyabû.

Li gor zanyariyan, îro Mesrûr Barzanî bi her yek Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson, Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek re dicive.

Di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

 

 

S. B