Malikî daxwaza lihevhatinê dike

Malikî û Amirî duh di civînekê de, behsa lihevhatinê di navbera Malikî û Muqteda Sedir de kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera "El-Xed Prees" belav kiriye, ku duh êvarî serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ji serokê lîsta Fetih Hadî Amirî xwestiye, gotûbêjê bi Hevpeymaniya Sairûn re bike, daku hevpeymaniyekê pêk bînin.

Herwiha di civîna duh ya Malikî û Amirî de, behsa lihevhatinê di navbera Malikî û Muqteda Sedir de hat kirin.

Li gorî heman malperê, wê jêderî diyar kiriye, ku pêşbînî heye Amirî, ji bo lihevanîna Malikî û Sedir, destpêşxeriyekê pêşkeş bike.

Ji aliyekî din ve, rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, ji Amirî re gotiye: Tu hêja ye postê serokatiya wezîran werbigire û ti dilgiraniyek derbarê hebûna serokê mîlîşya Esayib Ehl El-Heq Qeys Xez'elî li cem min tine ye.

Roja Sêşemê, 12ê Hizêranê, pêkanîna hevpeymaniyê di navbera Sairûn ya Sedir û Feth ya Amirî de hat ragihandin, daku mezintirîn hevpeymanî pêk bînin û Hikûmeta nû ya Iraqê damezirînin.

N.O