Rûsya: Me 200 çekdarên DAIŞê kuştin

Rûsya radigihîne, hêzên wê karwaneke çekdarên DAIŞê li Dêrezorê bombebaran kirin, di encamê de zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radigihîne, hêzên wê karwaneke çekdarên DAIŞê li Dêrezorê bombebaran kirin, di encamê de zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, firokeyên wan ên şer karwaneke DAIŞê ku ji 20 otombîlan pêk dihat û çek û teqemenî hilgirtibûn û berve Dêrezorê diçûn bombebaran kirin û 200 çekdarên DAIŞê kuştin.

Wezareta Bergîriyê aşkere kir, çekdarên DAIŞê di heyama vê mehê de tevahiya hêza xwe li bajarê Dêrezorê kom dike û da zanîn şikestina DAIŞê li bajarê Dêrezorê dê şikestineke stratîjîk be li Sûriyê.

Berî niha jî Werzîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihandibû, parêzgeha Dêrezorê ya ku ji sala 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin, xaleke sereke ye li berava çemê Ferêt e bo vekirina dorpêça li ser wî bajarî.