Kurdistan Li 23 gundên Çewlikê qedexe hate ragihandin

Li 23 gundên Çewlikê qedexe hate ragihandin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 23 gundên Çêwlikê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Çewlikê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 8 navçeyên Çewlikê 23 gundewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgeriya Çewlikê ragihand jî, serdana herêmên ewle ji bo parastina mal û canê welatiyan heta 30ê Nîsanê qedexe ye.