Berpirsekî Amerîkî: Heyder Ebadî dikare mîlîşyayên Şîe kontrola bike

Heta niha jî, serkirdeyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li ser wê yekê rijd in, ku pêwîst e hikûmet û fermandariyên leşkerî yên Iraqê mîlîşyayên ser bi Îranê û supaya Pasdaran ve kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heta niha jî, serkirdeyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li ser wê yekê rijd in, ku pêwîst e hikûmet û fermandariyên leşkerî yên Iraqê mîlîşyayên ser bi Îranê û supaya Pasdaran ve kontrol bikin.

Di wê derbarê de, PeyvdarêHevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, baweriya wan ya temam heye, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikare kontrola hêzên nîv leşkerî yên Şîe yên bi navê Heşda Şeibî tên nasîn bike.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihandibû, piştî şerê DAIŞê divê tevahiya mîlîşyayên ser bi Îranê û supaya Pasdaran ve vegerin malên xwe, ji ber ku ew ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatibûn damezrandin.

Piştî vê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka jî, karvedaneke tund ji aliyê fermandarên Heşda Şeibî derketibû û ew daxwaza Tillerson bi tundî red kirin.