Serokwezîra Birîtanya: Em berdewam piştevaniya hikûmet û xelkê Kurdistan dikin

Serokwezîra Birîtanya kêfxweşiya xwe da xuyakirin ku Nêçîrvan Barzanî li Birîtaniya bibîne daku kûrtir behsa mijarên Herêma Kurdistan û Iraqê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 12/12/2017 Serokwezîra Birîtaniya Tîrêza Mey pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da û tekezî li ser piştevaniya berdewam ya hikûmeta Birîtanya ji bo hikûmet û xelkê Kurdistanê kir di çarçoveya Iraqê de û got: Ji bo bihêzkirina dezgehên Kurdistan û xizmetkirina xelkê Kurdistan, em piştevaniya rîforma siyasî û abûrî û civakî li Herêma Kurdistanê dikin".

Malpera serokatiya hikûmeta Birîtaniya belav kiriye ku "Di wê pêwendiyê de, serokwezîra Birîtanya derbarê referandumê tekezî li ser helwesta berdewam ya Birîtanya kir, li ser rêzgirtin li yekîtî û serweriya axa Iraqê".

Serokwezîra Birîtanya kêfxweşiya xwe da xuyakirin ku Nêçîrvan Barzanî li Birîtaniya bibîne daku kûrtir behsa mijarên Herêma Kurdistan û Iraqê bikin.