Qamişlo û Girkê Legê bo piştgîriya Efrînê derketin xwepêşandanê

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanên, li bajarê Qamişlo û Girkê Legê xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Efrînê hat lidarxistin.

K24 – Qamişlo

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanên, li bajarê Qamişlo û Girkê Legê xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Efrînê hat lidarxistin.

Kesên di xwepêşandanê de beşar tekezî li ser pêwîstiya derxistina grûpên çekdar ji Efrînê kirin. Herwiha pêdengiya navdewletî derbarê kiryarên ku li Efrînê tên kirin jî şermezar kirin.

Da zanîn jî, li bajarê Girkê Legê jî ji bo heman daxwaz û armancan xwepêşandan hat lidarxistin û meşek ji Girkê Legê ber bi aliyê sînorê Tirkiyê ve bi rê ve çû.