TEV-DEM: Girtina Salim Mislim li dijî yasayên navdewletî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîne, girtina Salih Mislim li dewleta Çek li dijî yasayên navdewletî ye.
Desteya Rêveber a TEV-DEM îro di daxuyaniyekê de girtina endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim şermezar kir û got, Salih Mislim duh êvarê ji aliyê polîsa Çek ve hate girtin û ev gav li dijî yasayên navdewletî ye û ne ji mafê Tirkiyê ye welatiyekî Sûrî bigire.
Endamê Komîta Dîplomasî ya TEVDEMê Salih Mislim û hevserokê berê yê PYDê, duh li Praga paytexta Çîkê li hotêla Maryot hatibû desteserkirin.
TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir, ev bûyer asta destwerdana MÎTa Tirkiyê di hundirê Ewropayê de nîşan dide û diyar dike ku Tirkiye rêzdariyê li hemberî serweriya ti dewletan nagire.
Herwiha TEV-DEMê dewleta Çek li hemberî girtina Salih Mislim biberpirsyar binav kir.
TEV-DEMê bang li rêxistinên sivîl, hiqûqî, kesayet, dewlet û rêxistinên Netewên Yekbûyî kir, helwesta xwe li hemberî vê bûyerê zelal bikin. Herwiha bang li hemû gelê xwe li welat û derveyî welat kir ku xwepêşandanên şermezarkirina vê bûyerê lidar bixin.
S. B