Hevkariya Amerîka û Tirkiyê li Minbicê berdewam e
K24 - Navenda Nûçeyan.
Berpirsekî Amerîkî ragihand, ku nakokiyên vê dawiyê di navbera Washington û Enqerê de, ti bandorê li ser operasyona wan a hevbeş li Minbicê nake.
Berî niha jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser vê mijarê gotibû: Nakokiyên di navbera welatê û Amerîka de, bandorê li nexşeriya hevbeş a herdu welatan li Minbicê nake.
Bi sedema girtina keşeyekî Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de kûrtir bûn.
Duh jî dadgeha Sizayên Giran a Sêyem li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê, ji bo cara sêyem, serbestberdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson red kir.
Berî niha jî, Dadgeha Sizayên Giran a Diwem a Izmîrê, serbestberdana keşeyê navhatî û rakirina qedexeya derketina wî ya derveyî Tirkiyê red kiribû.
Dadgeha Tirkiyê ragihand, ku pêwendiyên Andrew Brunson bi alîkarîkirina Tevgera Gulen û PKK re hene û ew bi encamdana karên sîxuriyê jî tometbar kiriye.
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Amerîka wan tometên li ser Brunson red kir û daxwaza berdana wî ya rasterê kir.
Piştî ku Tirkiyê ew daxwaza Amerîka red kir, îdara Amerîkî sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û çaverê ye, piştî ev biryara nû ya Dadgeha Tirkiyê, îdara serokê Amerîka Donald Trump, sizayên bêtir li ser Enqerê bisepîne.
Girêdayî heman mijarê, duh serokê Amerîka li ser Twitter a xwe nivîsand: Ev çendîn sal in Tirkiye mifayê ji Amerîka werdigire, niha jî keşeyê me yê baş desteser kiriye, îro ez dibînim ku pêwîst e ji wî bixwazim ku wek dîlekî niştimanî mezin nûneratiya welatê me bike.
Herwiha Trump dibêje: Em bermaberî serbestberdana wî zilamê bêtawan tiştekî nadin Tirkiyê, lê heger Tirkiyê wî serbest bernede, wê pêwendiyên me li gel Enqera aloz bibin.
N.O