HSD li Dêrazorê li Ebûbekir elBexdadî digere

Rojnameya The Sun ya Brîtanî diyar dike, Hêzên Sûrya Demokrat mal bi mal li Serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir elBexdadî digerin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyek Brîtanî eşkere dike, HSD  li Dêrazorê li Ebûbekir elBexdadî digere.

Rojnameya  The Sun ya Brîtanî diyar dike, Hêzên Sûrya Demokrat mal bi mal li Serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir elBexdadî digerin, piştî ku hejmarek serkirdeyên nêzîkî wî, di vê dema dawî de li devera Hecîn a Dêrazorê girtin e.

Serkirdeyek HSD ê bi navê Heval Ronî ji wê rojnameya Brîtanî re re ragihandye ku, beriya meh û nîvekê wan nûçeya kuştina kurekî Ebûbekir elBexdadî li devera Hecîn a gundewarê Dêrazorê bihîstne. Herweha wî serkirdeyê HSD ew yek jî eşkere kiriye ku, beriya niha brayê Serkirdeyê DAIŞê li devera Hecîn bû û civîn ligel çekdarên rêxistinê encam dida û da zanîn ku, wan bizîşkekî Brîtanî ku endamê DAIŞê ye girtin e, ku dixwest bireve Tirkiyê.

 

 

C.B