Kongressa Amerîkî mercê yekperçeyîya Iraqê ji bo hevkarîkirina Pêşmerge radike

Amerîka berdewam dibe bi hevkarîkirina leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re û Kongressa Amerîkî mercê yekperçeyîya Iraqê ji bo hevkarîkirinê radike û daxwaz ji rêveberiya welatê xwe jî dike pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka berdewam dibe bi hevkarîkirina leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re û Kongressa Amerîkî mercê yekperçeyîya Iraqê ji bo hevkarîkirinê radike û daxwaz ji rêveberiya welatê xwe jî dike pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.

Di projeyasaya budceya sala 2018an de, Kongressa Amerîka birê 365 milyon Dolar ji bo hevkariya leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re diyar kiriye û ew mercê salên berê yê ji bo dana hevkariyê danabû (Di çarçova yekperçeyîya Iraqê de hevkariya Pêşmerge bê kirin) di projeyasaya îsal de rakir û bê merc hevkarî diyar kiriye.

Rojnameya “AL-Monitor” di raportekê de behsa wê gava Kongressa Amerîkî ya hevkarîkirina Pêşmerge kiriye û bi guhartineke girîng di helwesta Kongressê de binav kiriye.

Ew kongressmanê raport amade kiriye, nîgeraniya xwe ji şerê mîlîşyayên Şîe û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan daye.

Berê, çendîn Kongressmanên Amerîkî bi aşkere helwestên xwe li ser êrîşa mîlîşyayên Şîe li ser Kurdistanê derbirîn û ji bilî şermezarkirina wan êrîşan, beşek ji Kongressmanan piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê re ragihandibûn.

Di wê çarçovê de, Sînatorê bi navûdeng ê Amerîkî û Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî John McCain di rojnameya New York Times de nivîsandibû û daxwaz kiribû hikûmeta Iraqê maf, azadî û aramiya Kurdistanê li ber çav bigire û mafên Kurdistanê desteber bike.

Herwiha John McCain amaje bi wê jî dabû, heger Amerîka neçar be di navbera Kurd û Şîeyên Iraqê de yekê hilbijêre, pêwîst e Kurdan hilbijêre.

Herwiha di raporta Kongressa Amerîkî de daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump kiriye, pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.