Sibe riya Hewlêr – Kerkûkê tê vekirin

Ebdilxaliq Tel'et ji Kurdistan24ê re: Sibe wê riya Hewlêr- Kerkûkê bê vekirin û welatî ji sibê ve karin çûnûhatinê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê (Hêmin Hisên) ji ser pira bajarokê Pirdê ragihand, ku karkirin di wê pirê de bidawî bûye û herdu alî ji bo çûnûhatinê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de amade ne.

Got jî: Îro şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi serokatiya rêvebirê polîsê Hewlêrê (Ebdilxaliq Tel'et) û şandeke Wezareta Avakirinê, li gel şanda Wezareta Navxwe û Avakirina Iraqê, li bajarokê pirdê civiyan, daku vekirina pirê gotûbêj bikin.

Ebdilxaliq Tel'et ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibe wê riya Hewlêr- Kerkûkê bê vekirin û welatî ji sibê ve karin çûnûhatinê bikin.

Tel'et zelal kir, ku çûnûhatina kemyonan li ser wê pirê, ji bo çend rojên din hatiye paşxistin, ji ber ku hin karên teknîkî mane û di çend rojên dahatî de wê bidawî bên.

Herwiha Rêvebirê Polîsê Hewlêrê diyar kir, ku rêbenda gumrika hevbeş li Pirdê nayê danîn û ew nûçeyên behsa vê yekê dikin dûrî rastiyê ne, lê heger Hikûmeta Iraqê ji aliyê xwe ve deyne, wê demê pêwendiya me bi wê rêbendê re tine ye.

N.O