Êrîşa li ser bijîşkekî li Silêmaniyê bi çalakiyan tê şermezarkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Duhî êvarî li bajarê Silêmaniyê kesekî êrîşî ser norîbegha bijîşkî kir û da ber guleyan û ew bijîşk bi giranî birîndar kir.
Polîsê Silêmaniyê hûrgilî derbar bûyerê dan û got, duhî êvarî li bajarê Silêmaniyê kesekî bi guleyan teqe li bijîşkê bi navê Kemal Ehmed kir û ew bi giranî birîndar kir û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Polîsa Silêmaniyê da zanîn jî, lêpirsîn derbarê kesê teqe kiriye berdewam in.
Wek nerazîbûn li ser vê bûyerê, îro li Silêmaniyê û Hewlêrê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûne tên kirin.
Sendîkaya Bijîşkan li Silêmanê derket xwepêşandanê û di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe ji vê bûyerê derbirî û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, divê bijîşk û nexweşxane bêne parastin û ew kesê ev tawan kiriyê bê desteserkirin.
Peyamnêra K24ê li Hewlêrê da zanîn, hejmarek mezin ji bijîşkên Hewlêrê îro li nexweşxaneya Rizgarî kom dibin û nerazîbûn û şermezarkirinê li dijî bûyerên wiha nîşan didin.
S. B