Ji 24 xebatkarên rojnameya Azadiya Welat re siza tê xwastin

Li Tirkiyê ji bo 24 rojnameger û xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, bi giştî 300 sal sizaya zîndankirinê tê xwastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê ji bo 24 rojnameger û xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, bi giştî 300 sal sizaya zîndankirinê tê xwastin.

28'ê Tebaxa 2016'ê, hêzên ewlekariya Tirkiyê êriş birin ser rojnameya Azadiya welat û 26 rojnameger û belavkerên rojnameyê binçav kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, derbarê rojnamegeran de doz vekir. Di doznameyê de tê îdîakirin, jiber ku rojnameya Azadiya Welat belav kirine, bi daxwaza xwe alîkariya rêxistina terorê kirine û bo her xebatkarekî ji 7 salan heta 15 salan sizaya zîndankirinê tê xwestin.

Li gor daneyên rêxistinên serbixwe yên rojnamegeriyê, li Tirkiyê 170 rojnameger û medyakar di zindanê de ne.