Tirkiye: Bi dehan kes jiber parvekirinên di sosyal-medya de hatin binçavkirin

Li Diyarbekrê jî 30 kes bi egera parvekirinên di sosyal-medya de hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar Nurcan Baysal, bi egera parvekirina di twitterê de liser Operasyona Efrînê hate binçavkirin. Herweha polîsan avêtiye ser mala rojnamevan Ismail Eskin, gava ew nadîtin e tade gihandine malbata wî.

Li Diyarbekrê jî 30 kes bi egera parvekirinên di sosyal-medya de hatin binçavkirin.

Serdozgarî li Tirkiye ragihandin ku, di sosyal-medya de ew kesên “pesnê terorê” didin, tên şopandin.