Nîlûfer Akbal: Dixwazim kultura dê û bavê xwe bibêjim

Nîlûfer Akbala ku stranên xwe bi zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Zazakî û Soranî dibêje, li Enqereya paytexta Tirkiyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist. Guhdarvanan jî bi mûzîk û stranên Kurmancî û Zazakî yên hunermenda Kurd demeke xweş derbas kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Nîlûfer Akbala ku stranên xwe bi zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Zazakî û Soranî dibêje, li Enqereya paytexta Tirkiyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist. Guhdarvanan jî bi mûzîk û stranên Kurmancî û Zazakî yên hunermenda Kurd demeke xweş derbas kirin.

Di sala 1967an li Gimgima ser bi Mûşa Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye, demekê li Gimgimê maye û piştre bo mûzîkê berê xwe daye ber bi Stenbolê ve. Hunermenda Kurda Elewî Nîlûfer Akbal piştre li Stenbolê bi saya hin hunermendan perwerde standiye û xwe hinî mûzîka Kurdî kiriye, di sala 1988an de du albûmên bi Kurdî derxistiye. Ev hunermenda Kurd ku niha bi zaravayên Kurdî distrîne li Enqereya paytexta Tirkiyeyê konsertek lidarxist.

Hunermenda Kurd Nîlûfer Akbal li ser jiyana xwe wiha ji K24ê re axivî: “Min di piçûkatiyê de dest pê kiriye û heta 18 salî ez li welat bûm, li Gimgima Mûşê bûm. Ez keçeke Zaza û Elewî me jî lê tu cudahî tune ye. Deryayeke mûzîk, mirov divê fêr bibe, nas bike. Di sala 1988an bi Newroz - 1 û Newroz -2 du albûmên ligel Hasret Gultekînê ku li otêla Madimaka Sêwasê hate şewitandin û bi wî kesê Kurdperwer re me dest pê kir.”

Hunermend Nîlûfer Akbala ku di bin bandora mûzîka gelek hunermend û dengbêjên wekî Mihemed Arif, Meryemxan, Şivan Perwer, Şakiro, Arîf Sag û Hasret Gultekîn de maye amajê pê dike ku niha ji ber nebûna derfetan, rewşa mûzîka Kurdî xirab e.

Nîlûfer Akbal li mûzîka Kurdî dibêje: “Sektora mûzîka Kurdî tune ye, kompanyayên Kurdî tune ne. Mûzîk jî niha guheriye, her tişt li ser înternetê dibe, hemû kes dibêje ez hunermend im. Lê belê divê tiştên heqîqî berdewam bikin ji bo kultur ji bo hebûn..”

Hunermenda Kurd her çiqas ji rewşa mûzîka Kurdî ya ku niha tê de ye bi gilî û gazinc be jî amadehiya albûmên nû dike. Nîlûfer Akbala got: “Projeyên nû hene û min amade jî kirine. Em bibêjin wekî klasîkên Zazakî. Min klasîkên Kurdî çêkir ya yekem û ez dixwazim klasîkên Kurdî yên duyem berdewam bike û klasîkên zazakî bidome. Ez dixwazim stranên xwe yên heq û heqîqatê bibêjim yên di Elewîtiyê de yên kultura dayîk û bavê xwe û albûmekê jî wisa derbixim.”

Hunermenda Kurd Nîlûfer Akbal ku bi zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Soranî û taybetî jî bi Zazakî stranên xwe distrînê heta niha 12 albûm derxistine.