HDKÎ: Piştî 16 Cotmehê êrîşên Îranê li ser kadirên me zêde bûne

Mihemed Nezîf Qadirî : Operasyona hevbeş ya Iraqê û Îranê li ser Kerkûkê, derfetek baştir ji Îranê re çêkir, ku armancên xwe li Iraqê pêk bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêvebir a Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKÎ) Mihemed Nezîf Qadirî ragihand, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, gefên Îranê li ser kadirên wan, du qatan zêde bûne.

Mihemed Nezîf Qadirî ji Kurdistan24ê re got: "Operasyona hevbeş ya Iraqê û Îranê li ser Kerkûkê, derfetek baştir ji Îranê re çêkir, ku armancên xwe li Iraqê pêk bîne, piştî 16 Cotmehê û dagîrkirina Kerkûkê, desthilata Îranê zêdetir bûye û gefên wê li ser jiyana kadirên me zêde bûne".

Ev yek di demekê de ye, hefteya derbasbûyî, fermandeyê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî, li gundê Hertel yê ser bi bajarokê Seruçawe yê devera Raperîn hat gullebarankirin û HDKê di daxuyaniyekê de, Hikûmeta Îranê bi "terorkirina" kadirê xwe tometbar kir.

Berî niha jî di bûyereke din de, li bajarokê Bineslawe yê ser bi Hewlêrê ve, du endamên Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKÎ) hatin armanikirin û di encama teqîna bombeyekê di bin otombêla wan de,  endamê HDKÎ Sebah Rehman canê xwe jidest da û bavê wî bigiranî birîndar bû.

N.O