Brîtanya welatiyê xwe yên li Tirkiyê hişyar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî Amerîkayê, Brîtanya jî, welatiyên xwe bo serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyar kirin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê, heşyariya xwe ya bo serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nûjen kir. ji welatiyan hat xwast, serdana bajarên Bakurê Kurdistanê, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Diyarbekir û Hatay û hin bajarên din nekin.
Her weha hat destnîşankirin, bergiriyên ewlekariya firokeyan hatiye zêdekirin û ji rêwiyan hat xwestin hevkariya karmendên ewlekariyê bikin.
Amerîka jî, çend rojên bihûrî, Tirkiye wek Sûdan û Venezuelayê welatên ne ewle nîşan dabû û ji welatiyan hatibû xwestin, bo serdanê careke din bifikrin.