DAIŞê li Meyadîn êrîşî HSD kirin û sê şervan şehîd bûn

Fermandeyên HSD: Di wî şerî de 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çekên wan ketin destê şervanên HSDê de.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya nêzîkî Hêzên Sûrya Demokrat, şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên wan li gundê Ceres Şerqî yê başûrê bajarê Meyadîn kirin û şer û pevçûn di navbera wan de qewimî.

Bi gotina fermandeyên HSD, di wî şerî de 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çekên wan ketin destê şervanên HSDê de.

Herweha wan fermandeyan eşkere kirin ku di encama wî şerî de 3 şervanên HSD şehîd bûne.

Berî du rojan, Hêzên Sûrya Demokrat kontrolkirina gundê Ceres Şerqî ragihandibûn.