Diya Nazim di temenê 75 saliyê de dirûnê dike

Jineke Kurd ji bajarê Amûdê bi temenê xwe 75 salî ye û ta nuha karê dirûtinê dike. Diya Nazim ku ji beriya 50 salî ve vî karî dike û bi karê dirûtinê karî zarokên xwedî bike. Diya Nazim ta niha dirûtinê dike û li Amûdê gelekî navdar e.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

Jineke Kurd ji bajarê Amûdê bi temenê xwe 75 salî ye û ta nuha karê dirûtinê dike. Diya Nazim ku ji beriya 50 salî ve vî karî dike û bi karê dirûtinê karî zarokên xwedî bike. Diya Nazim ta niha dirûtinê dike û li Amûdê gelekî navdar e.

Ne temenê wê yê dirêj û nejî pirsgirêkên tenduristiyê nebûne rêgir li pêşiya Diya Nazim ku di temenê xwe yê 75 salî de karê dirûtinê bike.
Ji beriya 50 salî ve diya Nazim vî karî dike, ku zarokên xwe pê xwedî kirin û ta nuha tevî pêwîstiya wê bi kar nemaye, lê di karê xwe de berdewam e û dibêje ku ew bi vî karî jiyan û tenduristiya xwe dibîne.

Ji bo ku karê xwe bi duristî bike, diya Nazim di temenê 40 salî de xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir û tevî ku tu alavên pîvanê di karê xwe de bikar nayîne jî, lê dirûtina wê di bajarê Amûdê de navdar e û hemû cûreyên cil û bergan didirû him yên folklorî û him jî yê nûjen ji keçan re.

Bi ked û hînkirineke xweser diya Nazim 7 zarok xwedî kirin û bi xwendin dan, di dirêjahiya jiyana xwe de jî mîna her semyanekê di mala xwe de mîna dê û bavekî bû, û di karê xwe de jî ta nuha bûye mîna navnîşanekê di bajarê Amûdê de.