Kurdistan Li Qamişlo “Roja Reş”

Li Qamişlo “Roja Reş”
Qamişlo 15 Sibata 2017

K24 – Qamişlo

Bi boneya roja 15 Sibatê, salvegera gitina Rêberê PKKê û li ser daxwaza Rêveberiya Xweser hemû dikanên bajarê Qamişlo hatin girtin.

Bi boneya 18emîn salvegera girtina Rêberê PKKê Abdelah Ocelan ji aliyê MÎTê Tirkiyê ve. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û di bin navê “Roja Reş” de, roja 15 meha Sibatê weke rojeke betlanê destnîşan kir.

Li gorî banga Rêveberiya Xweser jî, hemû dikanên bajêr hatin girtin, ji bilî nanpêj û nexweşxane û saziyên tenduristiyê.

Îro 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Ocalan ev 18 sal in di girtîgeha Îmraliyê cezaya hetahetayê dikşîne.