Ragihandina YNKê: Dudilî di piştevanîkirina referandûma serxwebûnê de nîne

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgîriyê di pirsa serxwebûnê de dikin û hewl bo serxistina referandûma serxwebûnê didin û beşek ji medyakaran dibêjin, wek serkirdayetiya partiya xwe piştevaniya temam li proseya referandûmê dikin.

Sernivîserê rojnameya “Kurdistana Nû” Stran Ebdulah ji K24ê re ragihand, “YNKê û Têkoşerên YNKê ti dudilî li cem wan nînin bo piştevanîkirina li referandûmê, ji ber ku derfeteke bo bidesxistina mafê çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê. Lê guftûgokirin li ser awayê cibicîkirina wê proseyê  hem mafê her welatiyekî Kurdistanê ye û hem erkekî niştimanî ya mezin e li ser milê me ye.”

Her girêdayî vê pirsê, Sernivîserê Malpera YNKê Karwan Enwer dibêje: “Hemû medyayên YNKê piştevaniya referandûmê dikin. Yek gotareke me heye, ew jî YNKê ligel referandûmê ye bi merca aktîvkirina parlementoyê ye.”